Arakçî ev peyam roja Yekşemê li rojnameya Guardianê di gotarekê de bi raya giştî re parve kir.
Arakçî nivîsa xwe ji bo koma E3 nivîsî ku ji Fransa, Elmanya û Qraliyeta Yekbûyî pêk tê û got, "Îran ji peymaneke mayinde, rasteqîn û astengkirina dewlemendkirina ûranyûmê û kontroleke xurt re amade ye. Di berdêla vê de jî divê pêkanîn bêne rakirin."
Wezîr hişyarî da û got, "Eger ev firsend neyê bikaranîn dibe ku ji bo herêmê û derveyî wê encamên hilweşîner bi xwe re bîne."
Welatên E3'ê dawiya meha Tebaxê mekanîzmayeke ku pêkanînên li hemberî Îranê jinûve dikare bixe meriyetê li Neteweyên Yekbûyî dabûn xebitandin û mehek dem dabûn Tehranê.